Nûçeyên Iraqê

Iraq pilaneke ewlekarî ji bo pîrozbahiyên Cejnê radigihîne

Parêzgehan li seranserê Iraqê bi hevahengiyê ligel Wezareta Hundir rêkarên ewlekarî berî Cejna Qurbanê tundtir kirine, Wezareta Berevaniyê roja Pêncşemê (8'ê Îlonê) got.

"Armanca pilana, ku bi hevahengiyê ligel Wezareta Hundir hatiye amadekirin, ewlekirina deverên geştiyarî, cihên giştî û baxçeyan e, ew jî bi rêya danîna xalên kontrolê û bicihkirina hêzên ewlekariya daku ew rê li operasyonên xwekujî û êrîşên çekdarî yên 'Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê' (DAIŞ) bigrin," berdevkê wezaretê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Hêzên ewlekariyê hin hejmarên telefonan destnîşan kirine daku pêwendiya bilez ligel welatiyan misoger bikin," wî got, anî ziman ku ev hejmar dê di demeke din de bên ragihandin.

Hevdem, Wezareta Koç û Koçberan dest bi kampanyayeke nû ya alîkariyê kiriye ku ew dê bêtirî 140,000 malbatên aware berî Cejnê bike armanc.

Her malbatek dê 250,000 dînarên Iraqî ji bo Cejnê werbigre, wezaretê di daxuyaniyekê de got, anî ziman jî ku alîkarî dê malbatên ji parêzgehên cuda li seranserê Iraqê ku operasyonên serbazî û kiryarên terorîstî li wir diqewimin li xwe bigre.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500