Nûçeyên Iraqê

Australiya çarçoveya êrîşên asmanî yên DAIŞ dikin armanc berfireh dike

Australiya dest bi armanckirina çavkaniyên lojîstîk û piştgiriyê yên "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Iraq û Sûrî dike, weke pêngavekê di çarçoveya berfirehkirina şerê xwe yênasmanî li dijî girupê, AFP roja Pêncşemê (1'ê Îlolê) ragihand.

Australia bi 780 karmendên xwe yên berevaniyê yên ku li Rojhilata Navîn dimînin piştgiriya operasyona xwe ya li dijî DAIŞ dike.

Gelek li Iraqê ne, û 400 ji wan ser bi Tîma Erkên Asmanî F/A-18 Hornets ne ku bi şeş balefiran operasiyonên bombebaranê encam didin. Dawiya sala borî, Australiya jî dest bi pêkanîna êrîşên asmanî li dijî DAIŞ li Sûrî kir weke beşek ji hevpeymaniyan 60-welatan.

Berpirsê Hêza Asmanî muşîr Mark Binskin, serokê Hêza Berevaniya Australiya, got ku pêwiste yasayên navxweyî bên nukirin daku rê bidin pîlotan ku ew êrîşan li ser çavkaniyên logistîk û piştgiriyê pêk bînin. Ew aniha bi tenê "hêzên DAIŞ yên ku bi awayekî rasterast di pêvçûnan de beşdar in hedef digrin ".

Guhertinên yasayî dê rê bidin ku hêza berevaniyê " cewherê DAIŞ bikin armanc, bi hevpariyê ligel hevkarên me di hevpeymaniyê de daku hejmareke gelektir a çekdarên DAIŞ bikujin, ev yek jî ligel yasaya navnetewî guncav e", serokwezîr Malkolm Turnbul ji parlamentoyê re li Kanbêra got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500