Nûçeyên Iraqê

Brîtanya û Fransa dixwazin NY cezayan li ser Sûriyê deyne ji ber êrîşên kîmyayî

Brîtanya û Fransa roja Sêşemê (30'ê Tebaxê) banga sepandina cezayên NY li ser Sûriyê kirin piştî ku lêkolîneke bi serperiştiya NY dît ku rejîmê êrîşên kîmyayî pêk anîne, AFP ragihand.

Balyozên London û Parîsê li NY bikaranîna çekên kîmyayî li dijî sivîlan weke tawaneke şer wesif kirin, berî civîneke girtî ya encumenê ji bo gengeşekirina encamên lêkolînê.

Balyozê Fransî Francois Delattre banga "karvedaneke bilez û xurt ji Encumena Ewlekariyê" kir ku divê ew "ferzkirina cezayan li ser kesên berpirsyar ji van karan" li xwe bigre.

Komîteyeke lêkolînê ya ku ji aliyê Encumena Ewlekariyê ve hat pêkanîn di raporteke hefteya borî de got ku hêzên rejîmê herî kêm du êrîşên bi çekên kîmyayî pêk anîne, yek 2014'an û yek 2015'an.

Balyozê Brîtanya Matthew Rycroft got ku encumen dê "ferzkirina cezayan û hinek awayên lêpirsînê li gorî mîkanîzmên qanûnî yên navdewletî behs bike" û banga "karvedaneke navdewletî ya tund" kir.

Balyozê Sûriyê Beşar Caferî roja Sêşemê encamên lêkolînê red kirin, hevdem Balyozê Rûsya Vitaly Churkin got ku "pirsên gelekî cidî" yên Rûsya hene û hîn ew ne amade ye ku encamên lêkolînê qebûl bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500