Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî alîkarê Ebu Bekir el-Bexdadî kuşt

Bi dehên çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), di nav de alîkarekî serokê DAIŞ Ebu Bekir el-Bexdadî, di êrîşên Iraqî yên li Enbarê hatin kuştin, Wezareta Berevaniyê roja Înê (26'ê Tebaxê) got.

"Li ser bingeha agahiyên îstixbaratî ji aliyê Ajansa Hewalgirî ya Neteweyî ve, hêza asmanî ya Iraqî şeva roja Pencşemê êrîşek pêk anî ku bingehên sereke yên DAIŞ kir armanc û Ebu Hemza el-Ûzbekî kuşt, ku ew alîkarekî serokê DAIŞ Ebû Bekir el-Bexdadî ye," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

El-Ûzbekî çavdêriya karên çekdarên biyanî yên girûpê dikir, li gorî daxuyaniya wezaretê.

Pêncî çekdarên DAIŞ ên ji çend neteweyan di êrîşa li ser kampê de hatin kuştin, daxuyaniyê got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500