Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûrî û Kurdan li ser agirbestê li Hesekê rêkeftin

Hêzên rejîmê û şervanên Kurd roja Sêşemê (23'ê Tebaxê) li dor agirbestekê li bajarê Sûrî, Hesekê rêkeftin, AFP ragihand.

Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê berpirsekî Kurd ve hatiye belavkirin hate gotin ku rêkeftin ji "agirbestekê û vekişîna hemû hêzên çekdar ji bajar" pêk tê.

Herweha hate gotin ku Kurd û rejîm dê kesên binçavkirî û birîndaran bi hev biguherin, û dê rêyên ku di dema şer de girtibûn careke din vekin.

Berpirs got ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên Sûrî dê ji Hesekê vekişin, lê belê hêzên polîs yên herdu aliyan dê bimînin.

Televîzyona fermî a Sûrî ragihandina agirbestê nîvroja roja Sêşemê piştrast kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500