Nûçeyên Iraqê

Nêzîkî 200 malbat vegeriyan warên xwe li Sadiya

Komeke nû ya ji malbatên awarebûyî vegeriyan warên xwe li Sadiya li parêzgeha Diyala, Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqî roja Pêncşemê(18'ê Tebaxê) got.

"Sed û heştê û neh malbatên awarebûyî vegeriyane herêmên xwe yên resen li Sadiya," wezaretê di daxuyaniyeke xwe de got.

Hejmara giştî ya malbatan ku heta niha vegeriyane bajêr 3,214 ye, daxwiyaniyê got.

Agahiyên di derbarê nofê pêş de ku zêdeyî 200 malbatî ye ji bo nivîsîngeha parêzgehê hatiye şandin.

"Ew dê bên pejirandin û dê rêya vegerê di du rojên bê de ji wan re bê dayîn," wezaretê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500