Nûçeyên Iraqê

Hevpeymanî li pey çekdarên DAIŞ yên ku ji Menbica Sûriyê direvin dikeve

Hevpeymaniya navdewletî ya ku şerê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dikin li pey bêtirî 200 çekdarên girûpê dikevin piştî ku mertalên zindî bikar anîn daku ji bajarê Menbic ê Sûriyê birevin, AFP roja Sêşemê (16'ê Tebaxê) ragihand.

Dema ku hefteya borî xuya bû ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), ku hevpeymaniyeke Erebî-Kurdî ya opozîsyon e, dê Menbic vegerîne, nêzîkî 100 heta 200 çekdar bi rêya otombîl û kamyonan reviyan, berdevkê hevpeymaniyê yê li Bexdayê Kolonêl Chris Garver got.

HSD derveyî Menbic gule neberdan otombîlên derketî.

"Sivîl di karwanê de ligel çekdaran di her otombîlekê dehatin dîtin," Garver got.

"Me hertim hêzên hevparên xwe agahdar kirine daku nehêlin sivîl bên kuştin û zerera rasterast çêbibe, ji ber vê yekê hêzên hevparên me li ser erdê destêwerdan di karwanê de nekirin," wî got jî.

Wî got ku hevpeymanî li pey wan çekdarên DAIŞ bû lê hûrgiliyên bêtir nedan, lê got ku ew ber bi bakur ve çûn û ji hev belav bûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500