Nûçeyên Iraqê

Hevpeymaniya Erebî-Kurdî dê DAIŞ ji el-Bab derxe

Hevpeymaniyeke opozîsyonê ya Erebî-Kurdî roja Yekşemê (14ê Tebaxê) got ku wê encumeneke serbazî pêk aniye daku bi derxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji el-Bab li parêzgeha Helebê li Sûriye bê erkdarkirin, AFP ragihand.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) pêkanîna "Encumena Serbazî ya el-Bab" di daxuyaniyekê de ragihand.

Çekdarên DAIŞ ên mayî bajarê Menbic ê nêzîkî sînorê Tirkiyê roja Înê hiştin. El-Bab dewra 50 kîlometran ji başûrê rojavayê Menbic dûr e.

Di daxuyaniya roja Yekşemê de, HSDê soz da ku ew dê "êrîş bike daku el-Bab rizgar bike" û devera derdora wê jî, û bang li hevpeymaniyê kir ku "piştgiriya me bike di xebata me de ji bo rizgarkirina erd û birayên xwe ji terorîstên DAIŞê".

Şerê Menbic zêdetir ji du mehan dirêj kir. Dema ku ew ji bajêr reviyan, çekdarên DAIŞ bi sedên ji sivîlan birin daku wan weke "mertalên mirovî" bikar bînin lê piştre gelek ji wan serbest berdan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500