Nûçeyên Iraqê

DAIŞ ji Menbic direve û sivîlan weke "mertalên zindî" bikar tîne

Çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) nêzîkî 2,000 sivîl roja Înê (12ê Tebaxê) dorpêç kirine daku wan weke "mertalên zindî" bikar bîne di dema ku ji Menbica li bakurê Sûriyê direvin de, AFP ragihand.

Hevpeymaniya Erebî-Kurdî ya naskirî bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hefteya borî piraniya çekdarên DAIŞê ji bajarok derxistin, lê hejmareke kêm ji wan maye.

"Di dema xwevekişandinê ji navçeya Menbic de, cîhadiyên DAIŞê nêzîkî 2,000 sivîlan ji taxa Sirb revandine," Şervan Derwîş, berdevkê Encumena Serbazî ya Menbic, ku pêkhateyeke sereke ya HSDê ye got.

"Wan ev sivîl weke mertalên zindî bikar anîn dema ku vekeşiyan Cerablus, bi vî awayî rê li ber me girtin ku wan bikin armanc," wî got jî.

Sirb navçeyeke li bakurê Menbic li ser rêya bo bajarokê Cerablus ê di destê DAIŞê de li parêzgeha Helebê nêzîkî sînorê ligel Tirkiyê.

Çavdêrgeha Sûrî bo Mafên Mirov herwiha behsa revandinên ji aliyê DAIŞê ve kir, got ku sivîl di sedên otombîlan de hatin bicihkirin û berê wan dane Cerablusê.

Nêzîkî 2,500 sivîlên din "ku weke rehîne ji aliyê cîhadiyan ve hatibûn girtin hatin rizgarkirin" ji aliyê HSDê ve, Derwîş got.

Roja Înê, HSDê ji bo dîtina veşargehên din ên çekdarên DAIŞê Sirb paqij dikir , wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500