Nûçeyên Iraqê

Berxwedana dijî DAIŞê li Mûsilê zêde dibe

Berxwedana cemawerî dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Mûsilê zêde dibe, berdevekê Wezareta Berevanî ya Iraqî Emîd Yehya Resûl roja Pêncşemê (11ê Tebaxê) got.

Berxwedan ji aliyê xort û grûpên corbicor ên li bajarê tê serkêşkirin, Resûl ji Diyaruna re got.

“Berxwedan êrîşên li ser xalên kontrolê, çavdêriya çekdarên DAIŞê li bajêr lixwe digre, tevî corên din ên êrîşan, weke êrîşên bi kêr û demanceyan ku çekdar û nobedarên piyade yên DAIŞ dikin armanc,” wî got.

“Gelek çekdarên DAIŞ di encamê de hatine kuştin û birîndarkirin,” wî got.

Hêzên Iraqî pêwendiyê ligel xelkê Mûsilê dikin, wî got, daku hewlên xwe bikin yek û cihên DAIŞ destnîşan bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500