Nûçeyên Iraqê

83 tankerên petrolê yên DAIŞê di êrîşekê de li Sûriyê hatin wêrankirin

Êrîşeke hevpeymaniyê 83 tankerên petrolê ku ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve dihatin bikaranîn di dawiya hefteyê de li rojhilatê Sûriyê wêran kirin, AFP roja Duşemê (8ê Tebaxê) got.

Êrîş ji aliyê "çend balafirên hevpeymaniyê" êvara Yekşemê hat pêkanîn nêzîkî Elbû Kemal, li parêzgeha Dêr Ezzor li ser sînorê Sûriyê bi Iraqê re, berdevkê Pentagon Matthew Allen got.

"Ev êrîş beşeke ji operasyona Pêla Radanî-Nizmî II e ku hatiye çêkirin ji bo êrîşkirin li ser tora belavkirinê ya operasyona qaçaxiya petrolê ya DAIŞê û kêmkirina karîna wê ji bo fînansekirina operasyonên xwe," Allen got.

Operasyona Pêla Radanî-Nizmî II, ku li ser navê mîsyonekê ji bo bombebarankirina refînerên petrolê di Şerê Cîhanî yê Duyem de hatiye kirin, çend êrîşên asmanî li ser jêrxaneya petrolê ya DAIŞê pêk anîne.

Tenê di du êrîşan de sala borî balafirên hevpeymaniyê nêzîkî 400 tankerên ku li biyabanê hatibûn rêzkirin ji bo birina petrola qaçax wêran kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500