Nûçeyên Iraqê

Hêzên hevbeş dê sînorê Diyala-Selahedîn paqij bikin

Hêzên hevbeş dest bi rakirina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ji deverekê li ser sînorê Diyala-Selahedîn kirin daku xelkê aware bikaribin vegerin, Fermandariya Operasyonên Dîcle ya artêşa Iraqê roja Sêşemê (9ê Tebaxê) got.

Artêşa Iraqê, polîsên Diyala û hêzên piştevanên din sibeha roja Sêşemê dest bi operasyonên berfireh kirin ji bo derxistina çekdarên DAIŞê ji devera sînorî ya Muteybica, berdevkê fermandariyê Eqîd Macid el-Nasrawî ji Diyaruna re got.

“Paqijkirina Muteybica ji endamên DAIŞê gelekî girîng e ji ber ku dê pêwendiyên DAIŞê navbera parêzgehên bakur û yên navend û rojhilatê Iraqê qut bike,” el-Nasrawî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500