Nûçeyên Iraqê

DAIŞ sivîlên ku ji Hewîce direvin îdam dike: berpirsan

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) gelek xelkên ku hewl didin ji Hewîce birevin kuştine, efser û berpirsên navxweyî roja Înê (5ê Tebaxê) gotin, di demekê de ku hêzên Iraqî amadekariyê dikin ji bo rizgarkirina deverê, AFP ragihand.

Di çend rojên borî de, bi sedên sivîlan karîn ji deverê birevin, ku dikeve rojavayê Kerkûkê û yek ji deverên sereke yên dawî li ser Çemê Dîcle ye ku ji aliyê DAIŞê ve hatiye kontrolkirin.

"Hêzên me duh 600 kes wergirtin û alîkarî pêşkêşî wan kirin," efserekî bilind ê hêzên Pêşmerge ji AFP re got.

"Me ji wan bihîst ku DAIŞ bi sedên malbatan weke rehîne girtine û xort îdam kirine ji ber revînê" ji deverên bin kontrola wê, wî got.

Efserekî bilind ê polîsan herwiha got ku vê dawiyê gelek kes bi fîşekên çekdarên DAIŞê hatine kuştin ji ber ku hewl didan ji deverê birevin.

Lîderekî êlî yê navxweyî bang li hêzên Iraqî kir ku operasyonên vegerandina Hewîce bileztir bikin û sivîlên dorpêçkirî rizgar bikin.

"Em rastî metirsiya komkujiyê tên û divê hikûmet bilez tevbigere," Şêx Enwer el-Asî ji AFP re got û texmîn kir ku nêzîkî 100,000 kes hîn di bin desthilata DAIŞê li Hewîce dijîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500