Nûçeyên Iraqê

Lîderêkî bilind ê DAIŞ li bakûrê parêzgeha Bexdayê hat kuştin

Lîderêkî bilind ê girûpa "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di êrîşeke hevpeymaniya navdewletî de li parêzgeha Bexdayê hat kuştin, Wezareta Berevaniyê ya Iraqî roja Duşemê (1'ê Tebaxê) got.

"Li ser bingeha agahiyên îstixbaratî yê hevahengiya di navbera Yekîneya Hewalgirî ya Ajansa Dije-Terorê û Ajansa Hewalgiriya Netewî, balafirên serbazî yên hevpeymaniya navdewletî êrîşeke asmanî pêk anîn û kesê ku weke Waliyê bakûrê parêzgeha Bexdayê tê naskirin û girûpeke mezin ji alîkarên wî kuştin di dema kombûneke wan li bakûrê parêzgeha Bexdayê," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500