Nûçeyên Iraqê

Bi hezarên malbatên aware vedigerin parêzgeha Enbarê

Vegera malbatên aware bo malên xwe li bajarên cuda li seranserê parêzgeha Enbarê berdewam e, parêzgarê Enbarê Suheyib el-Rawî roja Înê (29'ê Tîrmehê) got.

"Hejmara temam a welatiyên ku vegeriyane Remadî, el-Kerma, Hît, el-Xalidiya, û dever, bajarok û gundên cuda, 51,000 malbat in, ango 170,000 welatî ne," el-Rawî ji Diyaruna re got. "Ew ji aliyê komîteyên hevbeş ku ji nûnerên hedu wezaretên hundir û berevaniyê û hikûmeta xwecihî ya Enbarê pêk tên hatin pêşwazîkirin."

"NY hewlên mezin di jinûçakirina xizmetguzariyên av û elektirîkê û nexweşxaneyan de li van bajaran dide," wî got.

"Vegera welatهyan berdewam e, û basên hikûmî ji bo veguhestina wan hatine peydakirin. Dema ku operasyonên paqijkirinê temam bibin xelkê Felûca dê di demeke kurt de vegerin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500