Nûçeyên Iraqê

Qaîde rê ji bo cudabûna baskê xwe yê Sûriyê Eniya Nusra xweş dike

Qaîde rê ji bo qutbûna ji baskê xwe yê Sûriyê, Eniya Nusra, roja Pêncşemê (28'ê Tîrmehê) xweş kir piştî çend rojan ji gotegotên li ser enternetê derbarê cudabûna navbera girûpên cîhadî de, AFP ragihand.

"Em bang li rêveberiya Eniya Nusra dikin ku li gorî tiştê ku başiya Îslam û Misilmanan diparêze, û cîhada xelkê Sûriyê jî diparêze berdewam bike," Ehmed Hesen Ebû el-Xeyir di nameyeke deng de ku Eniya Nusra li ser enternetê belav kiriye got.

"Em daxwazê ji wan dikin ku gavên guncav ber bi vê meseleyê ve biavêjin," Ebû el-Xeyir, ku weke cîgirê lîderê Qaîde Eymen El-Zewahirî hatiye binavkirin, got.

Beşê medyayî yê Eniya Nusra, el-Menara el-Beyda, herwiha ragihand ku serokê girûpê, Ebû Muhemed el-Colanî, dê gotarekê pêşkêş bike û bo yekem car wêneyeke wî belav kir.

Wêneyê xortekî bibişirîn nîşan dida, bi poreke gulgulî ya reş û bi reh, ku cilên serbazî li xwe kiribûn û şaşikek li serê wî bû.

Çavdêr li ser enternetê behsa cudabûneke gengaz navbera Eniya Nusra û tora ku ji aliyê Osama bin Ladin ve hatî avakirin ku di sala 2013'an de girêdana xwe pêve nîşan da dikin.

Şirovekar dibêjin ku Eniya Nusra dixwaze xwe jinûnîşan bike û xwe biparêze piştî ku rastî guvaşên mezin hatiye piştî ku Mosko û Waşinton li hev kirin ku hewlên hevbeş li dijî girûpê zêde bikin.

Eniya Nusra rikebera cîhadî ya sereke ye ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) re li Sûriyê.

Lê ne weke DAIŞ, ku dijatiya hemû aliyên ku loyalîteyê jê re nîşan nadin dike, Eniya Nusra ligel hejmarek ji girûpên opozîsyonê kar dike jibo şerkirina li dijî rejîma Sûriyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500