Nûçeyên Iraqê

Serkêşekî DAIŞ li nêzîkê Mûsilê hat kuştin

Êrîşeke hevpeymaniyê serkêşekî bilindê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li el-Geyara, li başûrê Mûsilê, kuşt, Wezareta Berevaniya Iraqî roja Sêşemê (26'ê Tîrmehê) got.

Ew kes Ebdula Hisên bû, yê bi navê Ebû Firas tê naskirin, ku serkêşekî bilindê DAIŞ e û weke fermandarê hêzeke serbazî kar dikir, wezaretê di daxuyaniyekê de got.

"Çekdarne din ên DAIŞ di êrîşa asmanî de, ku gundê Tell Nasir nêzîkê el-Geyara li başûrê Mûsilê armanc girt, hatin kuştin," daxuyaniyê got.

"Operasyon li ser bingeha hevahengiya di navbera hêzên Iraqî û hevpeymaniya navdewltî de pêk hat," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500