Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî bo rigarkirina Girava el-Xalidiya dest bi operasyonê dikin

Operasyoneke leşkerî ya berfireh hatiye destpêkirin ji bo rizgarkirina Girava el-Xalidiya, 20 km li rojhilatê Remadî, ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), polîsê Iraqî li parêzgeha Enbarê roja Pêncşemê (21'ê Temûzê) got.

"Piştî ku hêzeke piştevaniyê ji Bexdayê gihişt, hêzên Iraqî dest bi dorpêçkirina deverê kirin, ku weke asêgeha DAIŞ li rojhilatê Enbarê tê hejmartin," Serokê polîsê Enbar lîwa Hadî Kesar Erzayic ji Diyaruna re got.

Hêzên Iraqî pilan dikin ku hêdî hêdî pêşbikevin daku xwe ji teqemeniyên bidestçêkirî (IED) û mayînan dûr bigrin, wî got, da zanîn jî ku balafirên hevpeymanan niha dest bi lêdana cihên DAIŞ li deverê kirine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500