Polîsên Iraqî şeş zilamên ku dixwestin xwe li çend beşên Diyala biteqînin kuştin, fermandariya polîsên parêzgehê roja Çarşemê (20'ê Tîrmehê) got.
“Bi rêya hewldaneke îstixbaratî ya giştî, polîsên Diyala şeş [ku wê bûba] êrîşkarên xwekujî kuştin ku pilan dikirin ku xwe li Baqûba, el-Selam, Xan Benî Saed û Beledruz biteqînin,” fermandarê polîsên Diyala Emîd Casim el-Saedî di dema konferanseke çapemenî de li navenda Baqûba got.
“Operasyona du-rojî li ser bingeha mukurhatinên terorîstên girtî û hevkariya welatiyan destpê kir,” wî got, anî ziman jî ku “girîngîdan bi agahiyên îstixbaratî û hevkariya welatiyan bandoreke wê ya giştî li ser ewlekariya Diyala heye”.