Nûçeyên Iraqê

DAIŞ Pênc sivîlan ji ber alîkariya wan ji malbatên reviyayî ji Hewîce bidarve dike

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) pênc sivîl li bajarokê Hewîce yê parêzgeha Kerkûkê îdam kirin ji ber alîkariya wan ji malbatên ku ji kontrola wê direvin re, berprsekî serbazî yê Iraqî li Kerkûkê roja Sêşemê (19'ê Tîrmehê) got.

Çekdarên DAIŞ roja Duşemê pênc xort bidarve kirin "bi awayê îdamkirinê li meydaneke bajarok" ji ber ku alîkariya malbatên ku ji Hewîce direviyan dikirin, Eqîd Fadil el-Kenanî, fermandarê Lîwaya 2'ê ji Firqeya 15'ê ya Artêşa Iraqî got.

“Xelkên Hewîce hewl didin ku birevin lê DAIŞ wan neçar dike ku bimînin,” wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500