Nûçeyên Iraqê

Balafirên hevpeymaniyê DAIŞ li Enbar û Kerkûkê kirin armanc

Balafirên hevpeymaniyê, ligel hevahengiya bi hêzên Iraqî re, bi dehan ji çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li parêzgehên Enbar û Kerkûkê dikuje, desthilatdarên Iraqî roja Înê (15'ê Tîrmehê) gotin.

"Balafirên serbazî yên hevpeymaniyê êvara Pêncşemê êrîş pêk anîn ku kombûnên DAIŞ li Hît, el-Dulab û bakûrê Gola Benda Hedîsa, rojavayê Enbarê, kirin armanc, di amancê de 29 şekdarên DAIŞ hatin kûştin û pênc ji wesayîtên wan hatin wêrankirin," berdevkê Wezareta Berevanî ya Iraqî Emîd Yehya Rasûl ji El-Şurfa re got.

"Balafirên serbazî yên hevpeymaniyê êrîşeke asmanî pêk anîn ku bingehên DAIŞ li gundê el-Xebaz, el-Riyad, 30 Kêlometran durî rojavayê Kerkûkê, kirin armanc û pênc çekdarên DAIŞ kuştin û nehên din jî birîndar kirin," ji fermandariya polîs Emîd Mihemed Heme Emîn ji El-Şurfa re got.

"Bingehên DAIŞ, ku kargehekê ji bo bombedarkirina wesayîtan û çêkirina bombeyên bidestçêkirî li wan hebûn, di êrîşa asmanî de hatin wêrankirin," Emîn got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500