Êrîşên asmanî yên Iraqî cihên girîng ên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li devera Hemam el-Elîl li başûrê Mûsilê wêran dikin, Wezareta Berevaniyê roja Înê (15'ê Tîrmehê) got.
Li ser bingeha agahiyên istixbaratî ji Rêveberiya Ewlekariya Giştî, F-16'ên Iraqî veşargehên DAIŞ bombebaran dikin û cihê ku bi "Îmareta el-Belda" tê binavkirin wêran dikin, û "cîgîrê mîrê" girûpê Samî Ehmed Hemîd "Ebû Enes" dikujin, wezaretê di daxuyaniyekê de got.
Hêzên Iraqî bingeheke "hisba" (polîsên olî) ya DAIŞ, "dîwana bazarkirina mulkan" û "dîwana polîs" jî wêran dikin, û hejmareke çekdarên DAIŞ di piroseyê de dikujin û birîndar dikin, li gorî daxuyaniyê.