Nûçeyên Iraqê

Êrîşên asmaniyên Iraqî hedefên DAIŞ li el-Hewîca wêran dikin

Balafirên Iraqî hejmareke mezin ji hedefên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li el-Hewîce li başûrê rojavayê parêzgeha Kerkukê wêran kirin, Wezareta Berevaniyê ya Iraqî roja Çarşemê (13'ê Tîrmehê) got.

"Bazên hêza asmanî ya Iraqî çend êrîşên asmanî li ser bingeha agahiyên istixbaratî ji Rêveberiya Ewlekariya Giştî pêk anî [...]," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

Wezaretê got ku di nav hedefan de kempeke DAIŞ li gundê Erxima hebû; dikanên ku li el-Zab girûpê weke cihê medyayê bikar tanîn; veşargehên çend çekdarên DAIŞ; bingeheke "polîsê" ya DAIŞ; kargehên çêkirina bombeyan; veşargeheke mezin a çekan; sê karvanên mezin yên tije çek; û veşargeheke girûpê ji bo girtina stafê ewlekariyê ya Iraqî bikar tanî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500