Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî gihştine gundewarên el-Geyara

Artêşa Iraqî gihişte kenarên Çemê Dîcleyê li nêzî el-Geyara sibê zû roja Çarşemê (13'ê Temûzê) piştî ku "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) windahiyên mezin dan, Fermandarê Operasiyonên Neynewa Nejmedîn Kerîm el- Cibûrî ragihand.

"Niha em tenê pênc kîlometran dûrî el-Qeyara ne û dê rizgarkirina wê rabighînin,"wî ji el-Şurfa re got.

el-Ciburî got 100 çekdarên DAIŞ di du rojên dawî de hatine kuştin, û windahiyan ew neçar kirin ku ji herêmên çandiniyê li derdora bajêr vekişin ,ku 60 kîlometirab durî başûrê Mûsilê ne.

"Em rûbirûyî xwekujan,teqeminiyên bidestçêkirî (IEDs) û mayînan dibin,lê em bi pêşve diçin,û bi piştgiriya asmanî ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ji me re heye," wî got.

Hevdem,hêzên Iraqî baregeha asmanî ya el-Geyara ji teqemeniyên ku DAIŞ li pey xwe hiştibûn paqij kirin piştî derxistina komê, wezareta Berevaniya Iraqî roja Sêşemê (13'ê Temûzê) got.

"Endamên tîpa zirxî ya 9'an,Ajansa dije terorizmê û yekîneyên piştgiriyê dest bi paqijkirina baregeha asmanî ya el-Geyara ji teqemeniyên ku çeteyên terorist yên DAIŞli pişt xwe hiştibûn kirin, piştî ku hêzên çekdar baregeh çend rojan berê rizgar kiribûn," wezaretê di daxuyaniyekê got.

"Gelek teqemenî ku bi niyeta teqîna wan li dijî hêzên çekdar, ji bo rê li ber pêşkitina wan bo armancên xwe bigrin,bi taybetî rizgarkirina hemû axa dagirkirî, hatine paqijkirin" daxwiyaniyekê got.

"Yekîneyên Endeziyarî roleke serekî lîstin bo betalkirina gelek ji van teqemeniyan," û ew berdewam dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500