Nûçeyên Iraqê

Raport: Erdê bin destê DAIŞ 12% kêmtir bûye di nîvê yekem ji 2016'an de

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) 12% ji erdê bin destê xwe li Iraq û Sûriyê di nîvê yekem ji sala 2016'an de ji dest daye, li gorî analîzeke ku roja Yekşemê (10'ê Tîrmehê) ji aliyê girûpa lêkolînan a IHS ve hatiye belavkirin.

Analîz dibêje ku DAIŞ berdewam e li ser jidestdana erdê piştî zincîrek ji şikestinan di sala borî de, AFP ragihand.

Di 2015'ê de, raportê got ku erdê bi destê DAIŞ 12,800 kîlometrên ducar ji eslê 78,000 kîlometrên ducar kêmtir bû, ku jidestdana safî dibe 14%.

"Di şeş mehên destpêkê de ji 2016ê, erdê bin destê wê de dîsa 12% kêm bû," raporê got jî, anî ziman ku di destpêka Tîrmehê de, DAIŞ "nêzîkî 68,300 kîlometrên duca li Iraq û Sûriyê" kontrol dike.

Şîrovekarekî bilind li IHS Columb Strack got ku dibe ku ev jidestdan bên wateya ku DAIŞ hewldanên xwe ji bo "êrîşên bi mirinên bi kom" zêde bike ji ber ku "gelekî xuya ye ku projeya wê ya desthilatdariyê dişke".

Dahatên DAIŞ jî herwiha kêmtir bûne, ji nêzîkî $80 milyonan di mehê de di navîna 2015'ê de bo $56 milyonan heta Adara 2016'ê, li gorî IHS.

"Ev rêje li ser kêmbûnê berdewam bû ji Adarê ve heta rêjeya 35% herî kêm," Ludovico Carlino, şîrovekarekî bilind ê din li IHS got.

"Ligel şikestinên serbazî li ser erdê, bandora vê yekê li ser hevgirtina hundirîn ya girûpê heye weke ku bi rêya zêdebûna rêjeya cudabûn û xwevekişandinê ji girûpê ji Çileyê ve tê xuyakirin," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500