Nûçeyên Iraqê

Hevpeymaniyê êrîş li ser başûrê Mûsilê kir, "walî" hat kuştin

Firokeyên hevpeymaniyê ligel hêzên Iraqî çend êrîşên asmanî yên serkeftî li ser hedefên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) pêk anî, dethilatdaran roja Duşemê (11'ê Tîrmehê) ragihandin.

"Êrîşên hevpeymaniya navdewletî sibeha Yekşemê bingehên DAIŞ li el-Şirqat kirin armanc, Ebû Ebdulezîm el-Icêlî, lîderekîbilind ê DAIŞ li bakûrê Iraqê, tevî pênc kesên din kuşt," alîkarê serokên polîs Eqîd Muhsin el-Dûrî ji Mewtinî re got.

"El-Icêlî weke "walî" yê Selaheddînê kar dikir, û piştre weke "fermadarê serbazî" yê Şirqat piştî ku DAIŞ li Tikrîtê sala borî hat têkşikandin," wî got.

Firokeyên serbazî yên hevpeymaniyê jî sê êrîş li dijî "hedefên DAIŞ li gundê Echehle û li Qeyyara, başûrê Musilê, destpê kirin", berdevkê Wezareta Hundir Emîd Saed Maen ji Mewtinî re got.

Yek ji êrîşan li wesayîtekê ku çekdarên DAIŞ hilgirtibûn da,di encamê de 9 ji wan hatin kuştin, û yeke din jî li tankereke petrolê ku bi teqemeniyan barkirî bû li gundê el-Merîr li nêzîkê el-Qeyyara ket.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500