Balafirên hevpeymana navdewletî sê cihên "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) li el-Qeyara, li başûrê Mûsilê kirin armanc,Fermandrê Operasiyonên Neynewa got: Roja Înê (8'ê Temûzê).
"Ji bo her daxwazeke Iraqî bo hêsankirina tevgera hêzên bejahî li herêmê, balafirên hevpeymana navdewletî serê sibiha roja Înê du karwanên DAIŞ û avêjereke mûşekan li el-Qeyara kirin armanc," Fermandarê Operasiyonên Neynewa Nejmdîn Kerîm el-Jiburî ji el-Şorfa re got.
"Herî kêm 40 terorist hatin kuştin û nêzîkî 12 wesayît,avêjereke moşekan û hawnek hatine wêrankirin." wî got.