Nûçeyên Iraqê

Heşt endamên DAIŞ li Kerkûkê hatin girtin

Hêzên hevbeş ên taybet heşt endamên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) girtin di dema operasyoneke ewlekarî de li bakurê Iraqê, polîsê Kerkûkê roja Pêncşemê (7'ê Tîrmehê) gotin.

“Polîsên taybet û hêzên Asayişê heşt endamên DAIŞ li taxa Benca, li bakurê rojhilatê Kerkûkê, girtin li gorî mukurhatina tometbarekî derbarê şaneyeke terorîst li bajarok ku xwe amade dike ji bo pêkanîna operasyonên terorist,” berdevkê polîsên Kerkûkê Eqîd Selam el-Caf ji Mewtinî re got.

“Hêzên Iraqî dest danîn ser made û alavên metirsîdar ku dihat xwestin ji bo operasiyonên teroristiyane yên plankirî werin bikaranîn", di nav wan de otombîleke Toyota Corolla, du motorsîkil, du êlekên bombekirî, du botlên gazê, hejmarek ji bombeyên destî û demanceyeke Glock, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500