Nûçeyên Iraqê

Eniya El-Nusra, û hin hêzên din bi pêkanîna tawanên şer tên sûcdarkirin: Emnêstî

Di raportekê de roja Pêncşemê (5'ê Tîrmehê) rêxistina Lêborîna Navdewletî pênc girûpên tundûtûj ên li Sûriyê şer dikin bi "revandin, eşkencedan û kuştinê" gunehbar kir.

Girûpa ku navenda wê li London e pênc girûpên tundûtûj ên opozîsyonê ku li bakurê Sûriyê şer dikin: Eniya El-Nusra, Ehrar el-Şam, Nûredîn Zinkî, u Eniya Şamî û Fesîlê 16'an aniye ziman.

Girûpran parêzer, rojnameger û zarok girtibûn û eşkence dabûn -- û hinek din-- ji ber rexenekirina wan, pêkanîna kiryarên ne exlaqiyane, yanjî ji ber ew hindikahî ne, raportê got.

"Gelek sivîl di tirseke berdewam a ji revandinê de dijîn eger wan rexne li kiryarên girûpên çekdar ên desthilatdar girtin anjî eger fermanên wan hişk ku ferz kirine nekin," Flîp Lûser, serokê rêxistina Lêborîna Navdewletiyê programa Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa got.

"Îroj li Heleb û Idlibê, girûpên çekdar bi azadî tawanên şer û binpêkirinên din li gorî zagonên mirovahî yên navdewletî pêktênin," wî zêdetir got.

Raportê xwe sipartiye 24 haletên revandinê ji aliyê girûpên li dijî rejîmê ve hatine pêkanîn di navbera 2012 û 2016an de û 5 haletên din ên eşkencekirinê.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî dibêje ku wê bipêkirin li Idlib, ku Eniya El-Nusra û hevpeymanên wê kontrol dikin, û Helebê bibelgekiriye kiriye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500