Nûçeyên Iraqê

Êrîşên asmanî lîderên bilind ên DAIŞ li başûrê Mûsilê dikin armanc

Lîderên bilind ên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê de ku cihên girûpê li başûrê Mûsilê kir armanc roja Çarşemê (29'ê Hezîranê) hatin kuştin, fermandarê operasiyonên Neyneweyê got.

Balefirên şer ên hevpeymaniyê cihên DAIŞ li gundê el-Hac Elî nêzîkê el-Geyara ber bi başûrê Mûsilê ve kirin armanc, fermandarê operasiyonan Necimedîn Elî Kerîm el-Cibûrî ji El-Şurfa re got.

"Çend çekdarên DAIŞ, di nav wan de sê lîderên bilind hebûn -- Casim Mihemed Tuhme, Xalid Semer Meter û Ebdele Salih el-Sebawî --di êrîşên asmanî de hatin kuştin," wî got.

Êrîş ligel aliyê Iraqî hatbû rêxistinkirin, wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500