Nûçeyên Iraqê

DAIŞ kuştina 5 çalakvanên medyayî li Sûriyê li xwe girt

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) roja Yekşemê (26'ê Hezîranê) vîdyoyek belav kir ku têde kuştina li ser şêwazê îdamê ya pênc çalakvanên medyayî yên Sûrî ku berî heşt mehan hatibûn revandin nîşan dide, AFP ragihand.

Hemû qurbaniyên ku di dîmenan de tên dîtin, ku ew dîmen li ser malpera radyoya el-Beyan a girûpê hatiye belavkirin, ji bajarê Dêrezorê bûn, ku nîvê wê di bin kontrola DAIŞ de ye.

Çavdêrgeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku wê yek ji qurbaniyan nas kir ji ber ku welatiyekî rojnamevan bû ku ligel wê xebitiye kiriye.

Ew çalakvan li Dêrezorê di Cotmehê de hatibûn revandin û di navbera Mijdar û Kanûnê de hatine kuştin, Çavdêrgehê got.

"Vîdyo tenê niha hat belavkirin ji ber ku DAIŞ -- ku erdê li Sûriyê ji dest dide -- dixwaze nameyekê bişîne ku ew hîn bihêz e," serokê Çavdêrgehê Ramî Ebdulrehman got.

DAIŞ berî niha kuştina gelek çalakvanên medyayî yên ku li deverên di bin destê wê de kar dikirin li xwe girtiye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500