Nûçeyên Iraqê

HSD ber bi navenda Menbica Sûriyê ve diçe

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), ku ji aliyê êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê ve piştgiriya wan tê kirin, roja Pêncşemê (23ê Hezîranê) derbasî taxên rojavayê Menbicê bûn û niha nîşangirên dawî yên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) jinav dibin berî hewldan ji bo pêşketineke bêtir ber bi navendê ve, AFP roja Înê ragihand.

Di nav bajêr de, komelgehên akincîbûnê yên teqandî vala mane, ji ber ku bi hezarên sivîlan berî niha reviyane, hevdem otombîlên wêranbûyî li kolanan mane.

"Qonaxa yekem -- dorpêçkirina Menbicê -- bidawî bû, û niha em hêdî hêdî derbasî bajêr bi xwe dibin," Mervan Rojava, şervanekî hevpeymaniya opozîsyona Erebî-Kurdî got.

"Şerekî kolanan ê tund li taxên rojava di navbera hêzên me û DAIŞê de diqewime," wî got.

DAIŞê otombîlên bombekirî li seranserê bajêr danîne û gelek tunel kolane ji bo xwe ji êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê dûr bixe, şervanekî din ê HSDê got.

Fermandarê meydanî yê HSDê Elî Kobanê got ku hejmara zêde ya otombîlên bombekirî ku ji aliyê êrîşkarên xwekuj ve tên ajotin bêhêviya DAIŞê nîşan dide.

"DAIŞ diherife," wî got. "Ji ber vê yekê berê xwe dide bikaranîna otombîlên bombekirî, lê hêzên me bisebir in," Kobanê got. "Heta eger DAIŞê hejmareke mezin ji otombîlên bombekirî jî amade kiribin, ev yek dê bêsûd be."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500