Nûçeyên Iraqê

Polîsên Iraqî 3 endamên DAIŞ li Kerkûkê girtin

Sê endamên nuxumandî yên "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) hatin girtin dema hewl didan ku di xaleke kontrolê ya polîsan re li rojavayê Kerkûkê êvara Pêncşema bûrî derbas bibin, polîsên Iraqî roja Înê (24ê Hezîranê) gotin.

Hersê berguman bi tawanên terorê daxwazkirî ne, berdevkê polîsên Kerkûkê Eqîd Selam el-Caf ji el-Şurfa re got.

"Wan hewl dida ku xaleke kontrolê li rojavayê bajêr derbas bikin, ku cilên bedewî yên klasîk lixwe kiribûn," wî got, û anî ziman ku li jêr lêpirsînê ne berî ku ji desthilatên dadwerî re bên radestkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500