Nûçeyên Iraqê

Hêzên Ereb-Kurdî berev Minbica Sûriyê ve pêş diçin

Hevalbendiya Ereb-Kurdî roja Pêncşemê (23ê Hizîranê) bi ser asêgehên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Minbic li bakurê Sûriyê pêşve diçûn, AFP ragihand.

Şervanên Hêzên Sûrî ya Dîmokratîk (HSD) bi piştgiriya êrîşên asmanî yên hevpeymanan karîn bikevin nava bajêr, Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov got.

"HSD bi piştgiriya êrîşên asmanî yên hevpeymananderbasî ji başûr ve nav Minbicê bûn," serokê Çavdêrîyê Ramî Ebdilrehman got.

Herweha, wî got ku "pevçûnên kolanan yên dijwar di navbera avahiyên de" hene û herî kêm du şervanên HSD jiyana xwe ji dest dane dema ku di avahiyekê de bombeyek teqiya.

HSD dikarîbû berevaniya DAIŞ ya ku çend seatan domkir têk bide piştî kontrolkirina gundekî li başûrê rojavayê bajêr, Ebdilrehman got.

Pêşketina HSDê divabû hêdî bimeşe ji ber xefkên bombekirî yê ku ji aliyê DAIŞ ve hatibûn çandin," da ku rê li jidestçûna bajêr bigre", wî got.

HSD rastiya berxwedaneke dijwar ya DAIŞ hat, ji destpêka êrîşa li ser Minbicê di 31ê Gulanê de. Dikarîbû bajêr dorpêç bike di pêşiya vê mehê de lê pêşveçûnên wê ji ber berxwedana DAIŞ sist bûn, li gel êrîşên xwekujî yên rojane.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500