Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî Zengura û el-Helabsa ji DAIŞê vegerandin

Hêzên Iraqî yên hevbeş deverên Zengura û el-Helabsa li bakurê rojavayê Remadî ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rizgar kirin, polîsên parêzgeha Enbarê roja Çarşemê (22ê Hezîranê) gotin.

"Artêşê, polîsan û hêzên operasyonên taybet karîn deverên Zengura û el-Helabsa paqij bikin," fermandarê polîsên Enbarê Lîwa Hadî Erzayic di konferanseke çapemenî de got.

Wan du otombîlên ku dihat xwestin ji bo armancgirtina yekîneyên şerker bên bikaranîn wêran kirin û bi dehên endamên DAIŞê kuştin, wî got.

"Hêzên ewlekariyê dest bi lêgerînê li hemû mal, avahî û dikanan li deverên rizgarkirî kirine ji bo rakirina bombeyên bidestçêkirî, jihevxistina malên bombekirî û ewlekirina deveran ji bo vegera xelkê derbider," Erzayic got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500