Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî dest bi operasyonên girtinê li Kerkûk û Bexdayê kirin

Hêzên Iraqî 19 kesên xwestî bi tawanên terorê yên cuda di operasyoneke du-rojî de li Kerkûkê girtin, polîsên Iraqî li Kerkûkê roja Sêşemê (21ê Hezîranê) gotin.

Hêzên ewlekariyê yên hevbeş dest bi operasyoneke girtinê li çend deveran li başûr û rojavayê Kerkûkê kirin, 19 kes ku biryara girtina wan derketibû ji ber tawanên girêdayî bi "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), Eqîd Selam el-Caf , berdevkê polîsên Iraqî li Kerkûkê got.

Pazde kesên ku hatîn girtin çek û madeyên qedexekirî di dest wan de hebû, el Caf ji Mewtinî re got.

Di bûyereke cuda de, du endamên DAIŞ li malekê li devera Bezayiz el-Obeyd li başûrê Bexdayê hatin girtin, Wezareta Hundir roja Sêşemê got.

Li gor agahiyên îstixbaratî, hêzên taybet ji ajansa dije-terorîzmê bi ser maleke DAIŞê girtin ku hatibû amadekirin ji bo depokirina çekên ku dihat xwestin ji bo armancgirtina Bexdayê bên bikaranîn, wezaretê di daxuyaniyeke xwe de got.

"Du ji wan terorîstan hatin girtin û çek û alavên ku di odeyeke [wê malê] de bûn hatin desteserkirin ," di daxuyaniyê de hate gotin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500