Nûçeyên Iraqê

Balafirên hevpeymaniyê tankerên petrolê yên DAIŞê li Neynewa bombebaran kirin

Êrîşên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî roja Duşemê (13ê Hezîranê) bi dehên tankerên petrolê yên "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞê) li başûrê Mûsilê kirin armanca xwe, Wezareta Berevaniya Iraqî got.

"Li gorî agahiyên îstixbaratî ku ji Ajansa Ewlekariya Netewî re hatine pêşkêşkirin, balafirên hevpeymaniya navdewletî bi dehên tankerên petrolê yên DAIŞê li palavgeha petrolê ya el-Qeyara wêran kirin," wezaretê di daxuyaniyeke xwe de got.

"Herwiha komek ji endamên DAIŞê di êrîşa asmanî de hatine kuştin" di daxuyaniyê de hat gotin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500