Nûçeyên Iraqê

Çalakvanekî Sûrî yê dijî DAIŞ di êrîşekê de li Tirkiyê bi giranî birîndar dibe

Çend çekdaran teqe li çalakvan û rojnamevanekî Sûrî yê navdar ku li başûrê Tirkiyê dijî kirin û ew bi giranî birîndar kirin, li gorî raporeke AFP roja Duşemê (13ê Hezîranê).

Ehmed Ebdilqadir, yê 33 salî, çend caran teqe lê hatin kirin ji aliyê du kesan ve ku li ser motorsîklekê bûn derengiya roja Yekşemê dema ku di otombîlekê de bû li bajarê Urfa li başûrê Tirkiyê, li gorî raporeke ajansa Dogan a nûçeyan.

Emeliyatek jêre hat kirin li nexweşxaneyeke bajêr.

Ebdilqadir endamê alaveke medyaya giştî bi navê Çav li ser Welat bû li Urfa û bi xurtî dijatiya "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dikir.

Alava medyayî ya girêdayî DAIŞ a bi navê Ajansa Nûçeyan a Amaq got ku "çekdarên" DAIŞ ew teqeya li Urfa kirin, bê ku agahiyên bêtir bide.

Çav li ser Welat di daxuyaniyekê de got ku Ebdilqadir ji "hewleke terorkirinê ya şikestî" rizgar bû piştî ku hin zilamên nenas sê fîşek berdanê û reviyan.

"Niha emeliyata wî temam bûye û rewşa wî aram e," got jî.

Birayê wî Îbrahîm, rêveberê bicîkar ê berê yê Çav li ser Welat, û zilamekî din, bi navê Faris Hemadî, di Cotmeha 2015an de li maleke Urfayê de serjêkirî hatin dîtin, di êrîşekê de ku DAIŞ girte stûyê xwe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500