Nûçeyên Iraqê

Serokê NY bo hevdîtina penaberên Sûrî li Lesbosê ye

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-mon hefteya bê diçe girava Lîbosê ya Yonanî, bo hevdîtina bi penaberan re û daku bala cîhanê bikişîne ser belengaziya wan, AFP roja pêncşemê (9ê Hizêranê) ragihand.

Ban wê gerekê bike di 18'ê Hezîranê bo piştgiriya xwe bi penaberan re nîşan bide.

"Mirina bi sedan Sûrî û koçber û penaberan di Derya Spî de berdewam e ku ew ji ber sedemên şer û tengaviyan koçberdibin," wî got

Ev serdana Ban ji ber mehên dawiye ji erka wî weku serokê NY û NY xwe amade dike ku mêvandariya civîna navnetewî ya mezin di meha îlonê de ku wê li ser kirîza penaberên cîhanê be tê.

Rayedarên cîhanê ji bo planeke navnetewî ya nû ji bo dubare bicihkirina penaberan dê di 19'ê Îlonê de li perawêza civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê dê li hev bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500