Nûçeyên Iraqê

Hêzên Pêşveçûyî rêya lojistî ya DAIŞ birîn

Hevpeymaneke opozisyonê ya Kurdî-Erebî bi piştgîriya hevpeymaniya navdewletî roja Înê (10ê Hezîranê) rêyeke girîng ya lojistî ya "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li bakûrê Sûriyê birîn, AFP ragihand.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) rêya dawiyê di navbera Menbic û sînorî Tirkiyê de birîn, li gorî Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirov.

Menbic dikeve devera herî dawî de ya ku hê jî kontrola DAIŞ li ser heye li tenîşt sînora Tirkiyê, û xaleke gelek girîng e ji bo gihandina lojstiyan.

Rêyên lawekî yên din bo eniyan xetertir in û gihiştin bi wan zehmet e, serokê Çavdêrgehê Ramî Ebdulrehman got.

Di vê heftiyê de HSD, li gel piştgirya êrîşên esmanî yên hevpeymaniyê, rêya li bakûrê Menbic berev Cerablus, bajêrê sînorî yê hê di bin kontrola DAIŞ de ye, ku girûpê weke xaleke tranzêtê ji bo çekdar, pere, û çekan bi kar dianîn, birî. HSD rêya li başûrê Menbic ber bi Reqa jî birî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500