Nûçeyên Iraqê

Teqîneke DAIŞ li Kerbela sê kes kuştin

Di teqîna yekemîn otumobîleke bombekirî de li bajarê Îraqî, Kerbelayê, roja Sêşemê (7'ê Hizêranê) piştî bêtirî ji du salan ve herî kêm sê kes bûn qurbanî, berpirsan got ku ev êrîş ji aliyê "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve hatiye encamdan.

Teqîna li taxeke Kerbela, 80'ê kîlometiran li başûrê-rojavayê Bexdayê ye,herwiha bû sedema birîndarbûna 33 kesan, AFP ragihand.

"Otomobîleke bombebarkirî hate teqandin li çariyana taxa el-Mudafin ku dora sê kîlometran ji navenda bajêr dûr e," Fermandariya operasyonên hevbeş di daxuyaniyekê de got.

Di daxuyanîyekê de ku di medya civakî de hatiye belavkirin, DAIŞ ragihand ku ew êrîşa xwekujî ji aliyê mirovekî binavê Ebu Malik el-Îraqî ve hatiye encamdan.

Teqîn li Kerbela kêm in, lê ne weke bajar ku cîhê mirûdên Îmamên şî'eyan Husên û Abas e, hevsînorê parêzgeha Enbarê ye ku hêzên Iraqê niha li dijî DAIŞ şer dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500