Nûçeyên Iraqê

DAIŞ rastî êrîşan li çend eniyên li bakurê Sûriyê tê

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li çend eniyan şer dike li ser rûbereke erdê li bakurê Sûriyê, li gorî raporeke AFP roja Sêşemê (7ê Hezîranê).

Piraniya çekdarên wê li derdora xeteke piştgiriyê ya sereke bicih bûne ku ji sînorê Sûriye-Tirkiyê heta bajarê el-Reqa dirêj dibe.

Ev girûp rastî du êrîşan tê -- ji Hêzên Sûriyê ya Demokratîk (HSD), hevpeymaniyeke Kurdî-Erebî ye, û ji hêzên alîgirên rejîmê -- li aliyê din ji bajarokê Tebqa, bajarokekî transît ê sereke li nêzîkî el-Reqa.

Ber bi bakurê rojava ve, DAIŞ herwiha ji aliyê êrîşa HDS li ser bajarê Menbic dorpêçkirî ye, mîhwereke sereke ya din li dirêjahiya rê ye.

Ji 30ê Gulanê ve, hevpeymaniyê êrîşek ber bi Menbicê ve pêk anî, herî kêm 40 gund girtin, û bi hezaran sivîl ji şer reviyan.

Şervan Derwîş ku êrîşa HSD li ser Menbic birêve dibe, ji AFP re got ku bajarok ji sê aliyan ve dorpêçkirî ye û "operasiyon baş pêş dikevin".

HSD bi tenê du kîlometran li başûrê bajarok in, Çavdêrgeha Sûrî bo Mafên Mirov a ku çavdêriya girûpê dike got.

"DAIŞ êdî dihêle ku sivîl ber bi rojava ve birevin, lê belê wê berê derketin li her kesî qedexe kiribû," serokê Çavdêrgehê Ramî Ebdulrehman wiha got.

Wî got ku hin ji wan di otombîlan de bûn lê gelek ji wan tiştên xwe hilgirtibûn û li ser rêyên neqîrkirî dimeşîn di demekê de ku çekdarên DAIŞ hîn di bajarok de ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500