Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî goreke bi kom nêzîkî Felûce dîtin

Hêzên Iraqî goreke bi kom dîtin ku termên 400 kesan têde bûn, piraniya wan serbaz bûn, ku ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve hatin îdamkirin dema dagirkirina wê ya yeksalî ji el-Seqlawiya re ya li bakurê Felûce, qayimeqam Casim el-Mihemedî roja Duşemê (6ê Hezîranê) got.

"Gor bi tesaduf li devera el-Şuheda hat dîtin li navenda el-Seqlawiya li qadeke giştî ya mezin dema ku hêzên ewlekariyê bajarok paqij dikirin berî ku bihêlin xelk vegerin," wî ji Mewtinî re got.

"Çarsed term heta derengê Yekşemê hatin dîtin, û lêgerîn berdewam e û nîşan hene ku dê termên bêtir bên dîtin di xendeqeke mezin de ku termên qurbaniyan têde hatine definkirin," wî got.

Qurbanî bi guleyan ji aliyê DAIŞ ve hatibûn îdamkirin berî salekê, wî got jî.

"Di gora bi kom de sivîl jî hebûn ku ji aliyê DAIŞ ve bi tometên cuda hatibûn îdamkirin weke sîxuriyê û pêbendnebûn bi qanûnên grûpê," Racih Berekat, endamekî encumena parêzgeha Enbar, ji AFP re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500