Nûçeyên Iraqê

Hevpeymaniyê cebilxane ji opzîsiyona ku li dijî DAIŞ li Sûriyê şer dike avêt.

Balefirên şer ên hevpeymaniyê cebilxane ji komên opozîsiyona Sûrî re avêtin, ku ew kom şer li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li bakurê Helebê dikin û ew hewl didin rê li ber tundûtûjan bigrin ku debasî bajarê Mariê bibin, li gorî raporteke AFP Roja Înê (3'yê Hizêranê).

"Balafirên şer ên hevpeymaniyê di 24 demjimêrên borî de cebilxane, çekên sivik û çekên dij-tank ji şervanên li Marîê re avêtin "Serokê Çavdêrgeha Sûrî ya Mafên Mirov Ramî Abdilrahman got.

Wî got ku ev cara yekemîn e ku hevpeymaniyê cebilxane ji şervanên opozîsyonê re davêjin ji bilê yên ji şervanên Kurd re hatibûn avêtin, tevî redkirina wezareta berevaniya Amerîka.

Berpirsên fermî avêtina cebilxaneyan piştrast kirin lê hebûna çekên sivik û çekên dije-tank di nav wan de red kirin.

Çekdarên DAIŞ derbasî nav xaka ku hêzên opozîsiyonê lê bûn li parêzgeha Helebê di dawiya meha borî de ku bû sedema birîna rêya sereke ya di navbera Mariê û Ezazê de.

Pêşketina DAIŞ bi hezaran kes neçar kir ku ber bi sînorê bakurê Turkiyê ve birevin.

NY got ku ew " ji nêz ve bi qedera nêzî 8,000 Sûriyên ku asê mane ji ber sedema şerê li derdora bajarê Mariê û Şêx Îsa de mijulin."

Jimareke nediyar ji xelkê nikarin birevin bi sedema şer û girtina rêya sereke ya di navbera Mariê û Ezazê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500