Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Banga Sedir bo vejîyandina "Mala Şîî" dibe cihê gengeşeyeke berfireh

Faris Omran

Kesayeta olî ya navdar a Îraqî Muqteda Sedir kerta xwe ya hilbijartinê li navendeke belavkirina kertên hilbijartinê werdigire di wêneya dosyayê de ya ji 5ê Adara 2018an ve. [Wêne ji Komîsyona Hilbijartinana Îraqî hatiye wergirtin]

Kesayeta olî ya navdar a Îraqî Muqteda Sedir kerta xwe ya hilbijartinê li navendeke belavkirina kertên hilbijartinê werdigire di wêneya dosyayê de ya ji 5ê Adara 2018an ve. [Wêne ji Komîsyona Hilbijartinana Îraqî hatiye wergirtin]

Banga kesayeta olî ya navdar a Îraqî Muqteda Sedir a vê dawîyê bo çaksazkirina "Mala Şîî" nîqaş derxiste holê di nav alîyên siyasî de.

Hin vê bangê weke daxwazekê ku vegerine serdemeke tayifgerî û qayimkirina berjewendîyên bendî reçav dikin, dema hin din wê weke destpêkekê bo tifaqeke siyaîsî ya mezintir reçav dikin.

Sedir di 2yê Kanûna Yekem de di rêya platforma mîdyaya civakî Twitter re bangewazîyek ragihand.

"Em dibînin ku ji berjewendîyên giştî û meseleyeke girîng e ku em Mala Şîî bi rêkûpêk bikin di rêya civîn zexm weke hewldanekê bo belgekirina kûda rûmetê ya îdîolojî û siyasî," wî got.

Çavdêran got ku banga Sedir bi awayekî sar ji alîyê gelek hêzên bandorbar li qada Îraqî hat pêşwazîkirin, ji ber ew modekî "kevin" dinimîne, yê ku bi sloganên û gotarên berê hatiye pêçan da piştgirîya cemaweran bi dest bixe.

Herwiha ew rastî gumanê jî hat, ji ber gelek caran Sedir helwestên xwe diguhere.

Şirovekarê siyasî Hatim Felahî ji Diyaruna re ragihand ku ew bawer dike ku banga Sedir bi giştî "tayifgerî" ye û ew me vedigerîne çargoşeya yekê ji rêzikên mezhebî yên kutleyên siyasî.

Wî got ku di lûtkeya xwe de di 2005an de, ev cureyê rêzkirina mezhebî encamên wê yên bobelatî hebûn, dema ku welat kete gereke tundîya tayifgerî û krîzên ewlehî, aborî û siyasî.

Hewldanek ku "bandorê li hilbijatinan bike"

Armanc ji vê bangê "tevgera xwenîşandanên cemawerî" yên di berî bêtirî salekê dest pê kirin û yên Sedir di mehên dawî de li dijî wan derket, dema wî xwenîşander weke "zarok" and "qeşmeran" şiyanse kirin, Felahî got.

Wî got ku şopînerên Sedir ferman ji wî bir dema wan xwenîşandanên dawîya Mijdarê li Meydana Hebûbîyê li Nasirîyayê çewisandin. Wan êrîşî xwenîşanderan kir, gelek ji wan kuştin û birîndar kirin û konên wan jî şewitandin.

Çavdêran ji Diyaruna re ragihand ku ew bawer dikin ku Sedir dixwaze ku dijber û hevalbendên xwe yên berê, serkirdeyên kutleyên Şîî yên çekdar û komên alîgirê Îranê bike yek, bi armanca ku serdestîya dîmena siyasî bike.

Felahî hewldana Sedir ku "Mala Şîî bi rêkûpêk bike" şiyanse kir weke rêbazekî ku "bandorê" li hilbijartinên tên bike û baş rêniştekan ji partîya xwe bi dest bixe da karibe serokwezîr destnîşan bike.

Lê parlementerê Îraqî yê berê Taha Lehîbî ji Diyaruna re got ku derfetên Sedirîyan ku bandorê li tayînkirina serokwezîr bikin gelekî lawaz in.

Wî got ku ne gengaz e ku ew dê destkeftîyan di hilbijartinan bi cih bînin, ji ber dibe ku rûniştekên wan di parlemanê tê de ji 54 rûniştekên aniha bibine kêmî 30 rûniştekan, aniha ku "derewên sloganên wan derbarê çaksazkirin û şerê li dijî gendelîyê hat eşkerekirin".

Wî got ku ew bawer dike ku ev yek îlana Sedir a vê dawîyê, a hevdem bi hewldanên Îranê re ku xwenîşandanên hejmûna wê ya ziyandar li ser Îraqê red dikin biçewisîne şirove dike.

Herwiha Îran hewl dide ku serkirdeyên Şîî nêzîkî hev bike û rêkeftin û hevparîya siyasî li ser bingeha endambûna mezhebî çêke.

Jêderine Feyleqê Qudis ê Pasdaran di Mijdarê de ji rojnameya Cerîdayê re ragihand ku civînek li Bêrûtê hat lidarxistin di bin sîwana serkirdeyê Hizbullah Hesen Nesrellah de, ku tê Sedir û serokê Hevpeymanîya Dewleta Qanûn, serokwezîrê berê Nûrî Malikî gihane hev.

Raportê got ku civînê armanc kir ku lihevanînê di nav herdu alîyan de çêke û bloka Şîî ya alîgira Îranê li Îraqê bi hêz bike berî hilbijartinên parlemanî.

Lehîbî got ku ev tevger "tiştekî kevin e û xwe ji arezûya cemawerî û tevgera ciwanan diguhere, a ku îro bang dike ku mala Îraqî ya tevgir ava bike ku hemû mezheb û endamîyan digihîne hev û mafê her kesî diparêze".

"Ev yek tê wateya Îraqeke hêzdar û yekbûyî ku serwerî û serxwebûna xwe diparêze, û nahêle ku Îran û welatên din di karûbarên wê yên navxweyî de destwerdanê bikin, a ku welatîyên bi aramî û dewlemendîyên kêfxweş dibin," wî got.

''Mereqekî heqîqî ku bi ser xwe were''

Li gorî Îsam Feylî, ê ku siyasetê li Zanîngeha Mustensirîyayê hîn dike, mebesta Sedir mereqeke heqîqî ye ku parçebûnên Îraqî derman bike.

Wî ji Diyaruna re got ku armanca oldar ew e ku "pêşî ku bigihe lihevkirinekê di nav Şîîyan de, û di pişt re heman armancê di nav komên din de bi cih bîne weke hewldanekê ku qelş derman bike berî nêzîkbûna dema hilbijartinan".

"Ev ne bangeke nû ye, Siyasî Ehmed Çelebî yê çû rehmetê yê pêşî bû ku berevanîyê vê helwestê kir," wî got.

Wî destnîşan kir ku mezhebên fikrî yên cuda di nav Şîîyan de hene, ku lêvegerên olî yên cuda dişopînin û herwiha weke lêberal û ilmanî têne naskirin.

"Xelk aniha kutleyeke siyasî dixwazin ku encaman di berjewendîyên wan de bi dest bixin, bê ku guh bidine navê wê, kutleya ku behreyên nû kar dikin da dewleteke sazî û xizmetguzarîyan ava bikin," Feylî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500