Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên bijarte êrîşî veşargehên DAIŞê yên li Nînewayê dikin

Xalid Taî

Hêzên bijarte yên Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqê di 13ê Kanûna Yekem de beşdarî Operasyona Lehîya Paqijkirinê ya li başûrê Mûsilê dibin. [Wêne ji hêla Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Hêzên bijarte yên Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqê di 13ê Kanûna Yekem de beşdarî Operasyona Lehîya Paqijkirinê ya li başûrê Mûsilê dibin. [Wêne ji hêla Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Hêzên bijarte yên Îraqî bi dehan çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kuştin di operasyoneke ewleh de ku veşartgehên wan yên li parêzgeha Nînewayê armanc girtin, Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî roja Yekşemê (13 Kanûna Yekem) ragihand.

Li dû operasyoneke berhevkirina zanyarîyan, şervanên Ajansa Dijî Terorîzmê beşdarî Operasyona Lehîya Paqijkirinê bûn, serdegirtineke ku veşargehên DAIŞê yên li devera Eyn Cehş, li başûrê Mûsilê, dikir armanc, ajansê di daxuyanîyekê de got.

Di dema pevçûnên du rojan de di navbera endamên DAIŞ û hêzên ajansê de, hêza bijarteyê endamên tundrew paşve xistin şikeft û tunêlên ku wan xwe tê de vedişartin, û paşê avêtin ser veşargehên wan.

Fermandarê komê ya "mîhwerê Dîclayê" yê di nav 42 endamên DAIŞê de bû ku di operasyonê de hatin kuştin - ev hejmar ya herî zêde ye ji dema têkçûna DAIŞê berî sê salan..

Operasyon bi piştgirîya balafirên hevpeymanîya navdewletî hat kirin.

Daxuyanîya ajansê da zanîn ku hêzên zemîni çek û cebilxane, û mîqdarên mezin dravê xwecihî û biyanî di şikeft û tunelan de veşartî dîtin.

Operasyonê bermahîyên DAIŞê "li mala wan" kirin armanc, pisporê hewalgirî Fadêl Ebû Rexîf roja Duşemê ji Diyaruna re got.

Wî dîyar kir ku tundrewên ku di Operasyona Lehîya Paqijkirinê de hatin kuştin "ji sînorê Sûrîyayê derbasî rojavayê parêzgeha Nînewayê bûne" û got ku "bi serkirdeyên berê yên DAIŞê re di têkilîyê de bûn".

Wî da zanîn ku wan hewl daye ku damezrandin û operasyonên xwe vejînin, "lê ew ji holê hatin rakirin, di demê xwe de, û pilanên wan hatin têkbirin".

Ebû Rexîf bal kişand ser hevparîya çalakîya hewalgirîyê ya Hawks Cell a girêdayî Wezareta Karên Hundir ji bo serketina operasyonê.

Wî dîyar kir ku di heft mehên dawî de agahdarîyên ku ji alîyê Hawks Cell ve hatine dabînkirin alîkarîya hêzên ewlekarîyê kir "ku li dor 11,000 terorîstên li seranserê welat bikujin û bigirin".

Di nav wan de "30 xwekujên ku hatin kuştin an xwe teqandin di pevçûnan de, ji bilî rûxandina 20 bingehên mezin ên DAIŞê", wî got.

Serkirdeyên DAIŞê li Bexdayê hatin girtin

Wî herwiha dîyar kir ku di vê navberê de, Wezareta Karên Hundir roja Yekşemê operasyoneke girîng a hewalgirîyê eşkere kir: girtina du serkirdeyên payebilind ên DAIŞê, ku bi "Ebû Hetîm" û "Ebû Ênad" têne nas kirin, li taxa Cîhad a Bexdayê.

Wî got ku her du zilam di yekîneyên bi navê Ebû Leys Ensarî de xebitîn.

Her du li xwe mikur hatin ku beşdarî kuştinên li nexweşxaneya Cûmhûrî ya li navenda bajarê Mûsilê hatine pêkanîn bûne di dema ku DAIŞê Nînewa kontrol dikir, wî got.

Girtin "di demeke zûtir de qewimîn, lê veşartî hatin hiştin heya lêpirsîna terorîstan bidawî bû û di derbarê tawanên wan de agahîyên kafî hatin girtin", Ebû Rexîf got.

Wî da zanîn ku du tundrew li Bexdayê bûne daku vekirina xanîyên bêhnvedanê yên DAIŞê li derdorê parêzgehan rêk bixin, bi taybetî li deverên di navbera Kerkûk, Selahedîn û Dîyalayê de.

Wî got ku wan dixwest ku serkirdeyan destnîşan bikin daku operasyonên terorîstî bimeşînin, lê li şûna wê ew ketin destê hêzên ewlehîyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500