Nûçeyên Iraqê
Aborî

Wekîlên Îranê li Sûrîyayê berê xwe didine talankirin û qaçaxîyê da li ser pêyan bimînin

Faris Omran

Du endamên milîsa Fatimîyûn (afxanên Şîiî) a Îran piştgirîya wê dike li rojhilatê Sûrîyayê tên dîtin di 25ê Mijdarê de. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Seda el-Şerqîyayê hatiye wergirtin]

Du endamên milîsa Fatimîyûn (afxanên Şîiî) a Îran piştgirîya wê dike li rojhilatê Sûrîyayê tên dîtin di 25ê Mijdarê de. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Seda el-Şerqîyayê hatiye wergirtin]

Ji ber ku rastî kêmbûna pereyan hatin, milîsên hevalbendên Îranê li Sûrîyayê li jêderên dahatan ên berdêl digerin dema ku daner û piştgirê wan, rejîma Îranî, rastî hilweşîneke aborî tê, rojnamevanan ji Diyaruna re ragihand.

Çekdar li Sûrîyayê samanên taybet didizin da pereyên hewcedarîya wan bi wan heye da ku kar bikin bidine hev, malên noştecîyên bêwar talan dikin û çi tiştê bi nirx ê dikarin bifiroşin dibin, rojnamevanê Sûrî Ziyad Muncid ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ev cureyê talankirinê, ku liSûrîyayê weke "taafîş" tê naskirin, heta digihe asta ku derî û pencereyên malên taybet ji ber bikin û ev tişt li gelek deverên li jêr kontrola milîsan belav e.

Ev nêzî deh salan e, Îran milîsên ku ji welatîyên Îraqî û Lubnanî, Afxanî û Pakistanî pêk tên dişîne Sûrîyayê da berevanîya rejîma Sûrî bikin û serhildana cemawerî ya li dijî wê biçewisînin.

Karwanê Ketaib Hizbulah di bajarê Meyadîn ê rojhilatê Dêra Zêrê re derbas dibe di 8ê Hezîranê de. [Wêne ji Rûpela Facebookê ya Dêra Zorê hatiye wergirtin]

Karwanê Ketaib Hizbulah di bajarê Meyadîn ê rojhilatê Dêra Zêrê re derbas dibe di 8ê Hezîranê de. [Wêne ji Rûpela Facebookê ya Dêra Zorê hatiye wergirtin]

Muncid got ku herikîna çekdaran ranewestiya, ku aniha 30,000 çekdarên hevalbendên Îranê li seranserê Sûrîyayê belav in, piranîya wan Îraqî ne.

Milîsên sereke ên li Sûrîyayê kar dikin ev in: Ketaib Hizbulah, Esaib Ehil el-Heq, Hereket Nuceba, Lîwayê Seyid el-Şuheda, Lîwayê Îmam Elî û Tevgera el-Ebdal, ku piranîya wan li nêzî sinorê Îraqî bi cih in.

Wî got ku herwiha Lîwayê Zulfiqar, li Sûrîyayê çalak e, ji alîyê Heyder Cibûrî ve tê birêvebirin, ê li Helebê şer kir û berpirsê komkujîya Nebekê li Qelemûnê a di 2013an de bû, ku di encama wê de bi dehan sivîl hatin kuştin.

Wî anî ziman ku Seraya Xurasanî parastinê ji balefirxaneya Şamê re dabîn dike û Hêzên Şehîd Muhemed Baqir el-Sedr li Şamê belav in, ev yek destnîşan dike ku gelek milîsên din ên hevalbendên Îranê li Sûrîyayê hene.

Qaçaxîya di sînor re

Aniha ku rastî kêmbûna temwîlkirinê tên ku encameke yekser e ji sizayên Amerîkî yên li ser Îranê, milîsên hevalbendên Komara Îslamî hewl didin ku xwe bi xwe temwîl bikin di rêya peydakirina jêderên dahatan ên nû, rojnamevan Ziyad Sincarî got.

Ji nav hewldanên sereke yên bo çêkirina dahatan operasyonên qaçaxkirinê yên berfireh bo guhestina dermanên hişbir, çek, kelûpel, sewal û pêkhateyên neftê bo Sûrîya û Libnanê di rêra dergehên bejî yên nefermî li ser sînorê Îraq û Sûrîyayê, wî got.

Wî got ku milîsên Îraqî yên mîna Ketaib Hizbulah, Esaib Ehl el-Heq û Hereket Nuceba van operasyonên ne yasayî bi rê ve dibin.

Dahatên ji van çalakîyan, ku digihane milyonên dolaran, di van mehên dawî de kêm dibin, piştî hikûmeta Îraqîtedbîrên kontrolkirina sînor asê kirin dergehên neyasayî girtin, Sincarî got.

Wî daxuyand ku milîsên Îraqî mûçeyên mehane ji para budceya Îraqê ya terxankirî ji Hêzên Heşda Şaebî ya nîvserbazî re werdigirin. Hin çekdar pereyan di rêya guhestinên benkê ji Îraqê bo Sûrîyayê werdigirin.

Di raporteke 18ê Mijdarê de, Erebî el-Cedîd ji berpirsekî Îraqî ragihand, ê got ku Bexdayê komên Îraqî yên li Sûrîyayê bi bêtirî 3 milyon dolar her meh dabîn kir.

Li gorî berpirsê Îraqî, her çekdarek dora 800 dolaran mehane werdigire û herdu bankên destên wan di guhestina pereyan de heye gengaz e ku rastî sizayên Amerîkî werin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500