Nûçeyên Iraqê
Aborî

Başbûna têkilîyên Îraqê bi dewletên Ereb re Îran û wekîlên wê dilteng dike

Faris Omeran

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî bi endamên Encumena Hevkarîya Îraqî-Siûdî re roja 8ê Mijdarê li Bexdayê dicive. [Wêne ji Ofîsa Serokwezîr hatiye wergirtin]

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî bi endamên Encumena Hevkarîya Îraqî-Siûdî re roja 8ê Mijdarê li Bexdayê dicive. [Wêne ji Ofîsa Serokwezîr hatiye wergirtin]

Şareza dibêjin ku hewlên hikûmeta Îraqî ku têkilîyên xwe bi welatên Ereb ên cîran re baş bike bûne cihê nerehtîya Îran û wekîlê wê, û êdî alavên wan ên ragihandinê kampanîyeke reşkirinê li dijî van hewlan dest pê kirine bo xapandina raya giştî ya Îraqî.

Ji dema ragihandina planeke Siûdî bo weberanînê di milyonek hektar de li biyabanên Enbar û Semawayê di destpêka Mijdarê de, milîs û hêzên girêdayî Îranê kampanyayeke mezin li dijî vê planê dest pê kirine.

Di nav de Ketaib Hizbulah, Esaib Ehil el-Heq, Nuceba ûHevpeymanîya Fetih, hevpeymanîyeke parlemanî ye bi serokatî Hadî el-Amirî..

Komên ku weke taqimên Ketaib Hizbulah, mîna koma Rebe Elah, gef li her weberanîneke Siûdî xwarin.

Lûtkeyeke sêalî roja 25ê Tebaxê di navbera serokwezîrê Îraqî Mustefa Kaizmî, Şah Ebdulah II û serokê Misrê Ebdul Fetah Sîsî de li Emanê hat lidarxistin bo nîqaşkirina bihêzkirina pêwendîyên di navbera hersê welatan de. [Wêne ji Ofîsa serokwezîr hatiye wergirtin]

Lûtkeyeke sêalî roja 25ê Tebaxê di navbera serokwezîrê Îraqî Mustefa Kaizmî, Şah Ebdulah II û serokê Misrê Ebdul Fetah Sîsî de li Emanê hat lidarxistin bo nîqaşkirina bihêzkirina pêwendîyên di navbera hersê welatan de. [Wêne ji Ofîsa serokwezîr hatiye wergirtin]

Kenalên ragihandinê yên milîsan, di nav de el-Ehid, a ser bi serokê milîsa Esaib Ehil el-Heq Qeys el-Xezelî ve, weberanîna Siûdî weke hewleke "dagirkirina welat" bi nav kirin.

Vê yekê hişt ku serokwezîr Mustefa Kazimî roja 18ê Mijdarê gotegotên li dor "dagirkarîya Siûdî" ji hêla hinek hêzan ve vala derxîne, û got ku ev gotegot "cihê şermezarîyê ne".

Milîs dixwazin samanên Îraqê kontrol bikin

Şirovekarê siyasî Adil Eşrem got ku nêzîkatîyên bi Erebistana Siûdî re "dibin cihê nerihetîya van milîsan ji ber ku ew dixwazin Îraq ji cîranên xwe yên Ereb bi dûr be".

Ew dixwazin Îraq bi tenê ji weberanîn û "berhemên xerab" ên Îranê re vekirî be û henasegehek be bo bûjandina aborîya wê li ser hesabê aborîya Îraqî û berjewendîyên Îraqîyan, wî ji Diyaruna re ragihand.

Alavên ragihandinê yên girêdayî milîsan hemû sînorên belavkirina raportên reşkirinê derbas kirin bo dirustkirina dijberîyê li hember pêwendîyên germ bi Şahnişînê re bi rêya şêwandina pêşketinên siyasî û aborî û hewl dan ku xelkê bixapînin bi wênekirina weberanîna Siûdî weke "dagirkarîyê".

"Kesên ku dixwazin welat dagîr bikin milîs bi xwe ne, yên ku hewl didin ku samanên welat kontrol bikin û talan bikin û serwerîya niştîmanî bin pê bikin," Eşrem got.

"Milîs weke kospekê di rêya her plan û polîtîkayekê de bo dûrkirina Îraqê ji hejmûna Îranî radiwestin û ew weberanînê asteng dikin, bo welat bi temamî li ber rehma Îranê be, ya ku aborîya wê di rewşeke pir xerab de ye," wî got.

Wî da zanîn ku Erebistana Siûdî welateke xwedan saman û karînên bihêz e, û weberanînên wê li Îraqê dê welat pêş bixe bi rêya bûjandina avakirina û dabînkirina derfetên kar.

Tevî fişara milîsên girêdayî Îranê, nêzîkatîya Siûdî-Îraqî bo serencama hevkarîyên aborî û geşedanê yên berfireh û rêkeftinên bazirganî.

Tirsa Îranê ya mezin

Rêkeftin hevdem ligel hebûna xebatên hikûmeta Îraqî bo vekirina dergehan bi cîhana Ereb re tê.

Lûtkeyeke ku roja 25ê Tebaxê li Emanê paytexta Urdunê di navbera Kazimî, şahê Urdunê Ebdulah II û serokê Misrê Ebdul Fetah Sîsî de hatibû lidarxistin bi lihevkirina li ser girêdana rêkeftinên aborî di warên wizeyê û sektorên neftê, bazirganîyê û weberanînê de bi dawî bû.

Hersê serokan li ser projeyeke kehrebeyê li hev kir ku ev yek dê alîkarîyê bi Îraqê re bike ku piştgirêdana xwe bi Îranê bo dabînkirina kehrebeyê bi dawî bike.

Îraq aniha dora 1,200 megawat kehrebeyê ji Îranê tîne, herwiha gaza xwezayî bo bikarxistina kêlgehên xwe yên kehrebeyê yên ku dora 3,300 megawatan dabîn dikin. Ev yek dawî li xercîyên yekcar gelek li ser xezîneya Îraqî tîne.

Çalakgerê mafê mirov û rojnamegerê Îraqî Ehmed Hemdanî ji Diyaruna re ragihand ku tirsa herî mezin a Îranê ew e ku Îraq vegere nava welatên Ereb û pêwendîyên aborî û stratîjî yên bihêz li ser bingeha rêzgirtina hevûdu û hevparîyê ava bike.

"Îran her gaveke di vî warî de weke gefekê li dijî xwe dibîne, ji ber ku ev yek wê ji pereyên yekcar gelek ên ku ew ji şandina pêdivîyan û berheman bo Îraqê qezenc dike mehrûm dike," wî got.

Tehran hewl dide ku qebareya bazirganîya bi Bexdayê re bo dora 20 milyar dolar salane zêde bike.

Şênîyê ji Bexdayê Ebû Alya, yê ku xwest navê wî yê rastî neyê eşkerekirin, got ku ew hewlên milîsên girêdayî Îranê û kenalên asmanî yên wan bo astengkirina xebatên hikûmetê yên başkirina pêwendîyan bi welatên Ereb re.

"Avakirina pêwendîyên baş bi cîhana Ereb re ne bi tenê dê ji hêla aborî ve alîkarîya Îraqê bike lê belê herwiha dê hejmûna Îranê lawaz bike," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Em li ser rêçika rast in têkildarî bidawîkirina hejmûna Îran û hevalbendên wê, lê pir xebat li pêşîya me maye bo em vê pêk bînin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500