Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Artêşa Îraqî: sê salan piştî têkçûnê, DAIŞ nema xeterîyeke mezin e

Xalid Taî

Hêzên Îraqî endamekî DAIŞê digirin li Bexdayê di 9ê Kanûna Yekem de. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî endamekî DAIŞê digirin li Bexdayê di 9ê Kanûna Yekem de. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Di salvegera sêyem a têkçûna wê de, "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) nema gefeke dijwar e li dijî Îraqê, berpirsekî serbazî Pêncşemê (10ê Kanûna Yekem) ji Doyaruna re ragihand.

Hevdem ku DAIŞ lawaz e û astengdar e, tu hejmûna wê li ser erdê nîne, bermahîyên wê bicihanîna êrîşên li vir û li wir berdewam dikin, lîwa Tehsîn Xrfacî, peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş, got.

Wî got ku tevî wê yekê jî, artêşa Îraqî aniha stratejîyeke nû li dijî wan bermahîyan bi cih tîne, ku " wan neçar dike ku ji veşartgehên xwe derkevin û di pişt re bi êrîşine nişkî li wan dixe" .

"Em êrîşên bejî yên zexm bi hevkarîya balefirên hevpeymanîya navdewletî li ser veşartgehên dijmin ên herî nepenî bi cih tînin," wî got.

Leşkerên Îraqî li endamên DAIŞê û çekan digerin li devera Curf el-Sexr, li başûrê Bexdayê, di 11ê Hezîranê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî li endamên DAIŞê û çekan digerin li devera Curf el-Sexr, li başûrê Bexdayê, di 11ê Hezîranê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî anî ziman, "em çavdêrîya van veşartghan dikin û datayên hewalgirî didin hev, di pişt re bi êrîşên asmanî em wan armanc dikin ku di pişt re em deverên armanckirî teftîş dikin".

Di operasyona herî dawî de, herî kêm 10 çekdar di destpêka vê heftîyê de hatin kuştin di êrîşeke asmanî de li ser malên vehewanê yên li parêzgehên Kerkûk û Selahedînê, Xefacî got.

Wî got ku di nav kesên mirî de fermandar û serkirdeyên tabûrên berpirs bûn jiêrîşên terorî yên vê dawîyê hebûn û daxuyand ku wan plan dikir ku êrîşine din bi cih bînin.

Wî got "plana me armanc dike ku [DAIŞê] ji hemû hêzên wê yên mirovî û çekên wê bê par bihêle", û anî ziman ku yekîneyên hewalgirî didine pey şan û torên rêxistinê yên agahîyan û piştgirîya lojestîk ji bermahîyên DAIŞê re dabîn dikin.

Wî daxuyand ku ajansa hewalgirî ya Îraqê berî çend rojekê terorîsteke DAIŞ a jin li Selahedînê girt, dema ku girtina terorîstan li Mûsil, Diyala û Enbarê rojane berdewam e.

Herwiha ajansê roja Çarşemê sê terorîst girtin, du li devera Şurayê li başûrê Mûsilê û yek li Bexdayê.

Wesen Elî, nişteciheke taxa Iskan a Bexdayê ye, got ku ew bi xebatên hêzên ewlekarî bo bidawîkirina hebûna bermahîyên DAIŞê serbilind e.

"Serkeftina li dijî [DAIŞê] bûyereke dîrokî bû ku dê neyê jibîrkirin. Ew dê di bîra nifşên tê de bimîne," wê ji Diyaruna re ragihand.

"Wê dawîya serdemeke tarî ku me gelekî êş kişand nîşan da, lê em bihêztir jê derketin," wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500