Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Çekdarên milîsên girêdayî rejîma Sûrîyayê bacan ji xelkê werdigirin piştî rawestana mûçeyan

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Fermandarê Berevanîya Niştîmanî Fîras Ceham bi firoştina qasên mezin ji çek û cebilxaneyê tê tawanbarkirin, lê ew bo postê wî hat vegerandin piştî demekê ji binçavkirina wî. [Wêne ji Euphrates Post hatiye wergirtin]

Fermandarê Berevanîya Niştîmanî Fîras Ceham bi firoştina qasên mezin ji çek û cebilxaneyê tê tawanbarkirin, lê ew bo postê wî hat vegerandin piştî demekê ji binçavkirina wî. [Wêne ji Euphrates Post hatiye wergirtin]

Endamên milîsa Hêzên Berevanîya Niştîmanî ya girêdayî rejîmê li bajarê Dêra Zorê li Sûrîyayê berê xwe didin binpêkirinan û di çalakîyên neyasayî de cih digirin bo qerebûkirina xesarên xwe, çalakgeran ji Diyaruna re ragihand.

Rewşa rejîma ji ber hebûna qeyraneke aborî ya dijwar pir xerab e, ku di encamê de mûçe li ser endamên milîsan êdî nayên dabeşkirin. Vê yekê hiştiye ku binpêkirinên li dijî xelkê û tevlîhevîyên di rêzên çekdaran de zêde bibin.

Çalakgerê ji Dêra Zorê Cemîl Ebid ji Diyaruna re ragihand ku êdî tevlîhevî di nava rêzên Berevanîya Niştîmanî de li bajarê Dêra Zorê serî hil dide piştî ku ev sê meh in mûçe nehatine belavkirin.

Wî rawestandina mûçeyan bi "zehmetîyên diravî yên dijwar ên rejîma Sûrîyayê jîyan dikeji ber cezayan û ji ber cenga dûvûdirêj girê da".

Wî got ku rewşa milîsên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) û Rûsya jî ji ber kêmbûna pereyan ne baş e, û da zanîn ku derketina nakokîyan di navbera endaman û berpirsên wan de bûye ji bûyerên rojane.

Wî got ku gelek endamên qebûl nakin ku fermanan bi cih bînin yan erkên ew bi wan tên rasipartin bikin, û da zanîn ku hinek ji wan ji milîsê derketin heta wê çaxa ku dayîna mûçeyan hebe.

Herwiha bi dehan endamên Berevanîya Niştîmanî yên ku li sektorên hikûmetê û serbazî yên cihê de li bajarê Dêra Zorê kar dikin ji karên wan hatin bidûrxistin.

Ebid got ku milîsên Berevanîya Niştîmanî li jêr sîwana hêzên rejîmê, Pasdaran û yên Rûsî ne, ku yên li bajarê Elbû Kemal fermanên xwe ji Pasdaran werdigirin, û milîsên din ên li bajarê Dêra Zorê girêdayî rejîmê û Rûsyayê ne.

Wî teqez kir ku efserên milîsan çalakîyên neyasayî dikin bo bidestxistina pereyan, di nav de dîyardeya zûdebûna derxistina ciwanan bi qaçax ji deverên li jêr kontrola rejîmê bi pereyan û firoştina nasnameyên milîsan bi buhayine pir bilind ku carinan digihêjin milyon lîreyên Sûrî ($2,150).

Wî daxuyand ku nasname binirx bûn ji ber ku xwedanên wan ji leşkerîya neçarî di rêzên artêşa rejîmê de hatibûn efûkirin hevdem ligel operasyonên girtina kesên di temenê leşkerîya neçarî de li parêzgeha Dêra Zorê.

Ebid got ku çendîn berpirsên Sûrî pereyên ji mûçeyan re terxankirî dizîn. Sê ji wan hatin girtin, û yê çarem revîya, ku ew bi dizîna 15 milyonên Sûrî ku dike ($29,000) tê tawanbarkirin.

''Bandên çeteyan''

Salih Efisî, efserekî Artêşa Azad a Sûrî ji Diyaruna re ragihand ku rejîma Sûrîyayê Berevanîya Niştîmanî damezrand bo kêmbûna di hejmara hêzên xwe de di heyama cengê de qerebû bike û weke encameke parçebûnên ku di destpêka serhildanê de hebûn.

Wî teqez kir ku bi demê re, endamên milîsê bûn "bandên çeteyên yên ku destên xwe dixin destên Îran, Sûrîya û Rûsyayê" li gorî ku kîjan alî bêhtir dide û kîjan alî bêhtir xwedan hêz be li deverên wan.

Fermandarê Berevanîya Niştîmanî Fîras Ceham, herwiha bi navê Fîras el-Îraqî tê naskirin, xwedan têkilîyên baş e bi Pasdaran re, lê ew fermanên xwe ji hêzên Rûsî werdigire û herî zêde ew ji hêla rejîma Sûrîyayê ve tê temwîlkirin, li gorî Efisî.

Ceham bi firoştina qasên mezin ji çek û cebilxaneyê dihat tawanbarkirin lê ew bo postê wî hat vegerandin piştî heyamekê ji binçavkirinê.

Çalakgerê ji Dêra Zorê Emar Salih ji Diyaruna re ragihand ku rawestana mûçeyên çekdarên Berevanîya Niştîmanî hişt ku zêdebûn di dizîyê û ferzkirina bacan de çê bibe.

Wî daxuyand ku li navçeya Dêra Zorê, ku ew bi berfirehî bi cih dibin, bac li xalên pişkinînê û li ser xwedanên firoşgehan tên sepandin, û da zanîn ku gelek bûyerên talankirinê li deverên li jêr destê Berevanîya Niştîmanî qewimîne.

Tiştên dizîyê bi awayekî pergalkirî li bazarine dîyarkirî tên firoştin, piranîya pereyan jî diçe berîkên serkirdeyên milîsan û danûdestên wan.

Salih got ku rewş "kambaxbûye ta wê asta ku hinek berpirsên Berevanîya Niştîmanî depoyên çekan talan dikin û wan difroşin bo mûçeyên xwe qerebû bikin".

Wî got ku hineke din di operasyonên berfireh ên bazirganîya bi dermanên hişbir de cih digirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500